Necmettin Karaca
19 Nîsan 2023•Rojanekirin: 25 Nîsan 2023
Li Wanê çend roj e baran dibare û berfa li cihên bilind dihele, ji ber vê ava Sûlava Muradiyeyê zêde bû.
Sûlava Muradiyeyê ya ku her demsal xweş e û mazuvaniya gelek kesan dike van rojan bala turîstan dikşîne.
Kesên tên dîtina sûlavê wêne û dîmenan dikşînin.
Beyza Nur Dedeya ji Îzmirê hatiye got ew bi saya hevalekî xwe hatiye dîtina sûlavê û wiha axivî: "Piştî ku berf dihele sûlav bêtir geş dibe. Me dema xwe xweş derbas kir."
Ozgur Yigit Ayvazoglu jî got demek berê jî ew hatiye dîtina sûlavê û wiha dewam kir: "Diya min li vir e û me xwest ku ew jî bibîne. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku ew bên û bibînin."
Gulseren Ayvazogluya ji Enqereyê hatiye jî got kurê wê li Wanê mamoste ye, ew bi hev ra hatine û gelekî kêfa wê ji vê derê ra hatiye.