Bi minasebeta 26emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li ber avahiya Serokatiya bajêr komek civiya û hetanî Mêvanxaneya Şaredariyê ya Mezin meşiya.
Alîkara Serokê Giştî ya BDPê Gultan Kişanak jî beşdarî meşê bû û li vir got ku ew careke din lanet li komkujiyê tînin.
Kişanakê got "Bila di platformên navneteweyî de hesabê komkujiya Helebçeyê bê pirsîn" û îfade kir ku Helebçeyê di dilê herkesî de birîneke kûr û giran vekiriye.
Kişanakê got ku kiryarên bûyerê hetanî niha hesabê qetlîamê nedane û wiha dewam kir: "Her çiqas piştî guherîna rejîma Iraqê hesabê komkujiyê qismen hatibe pirsîn jî, lê hê jî negihiştine encameke ku êşa dilê gel vemirîne. Em li vir bangî hemû dinyayê dikin, bila vê bûyerê wek komkujî bipejirînin."