TBMM
Arîkara Serokê Giştî ya BDPê Gultan Kişanak got ku "Serokwezîrên Tirkiyeyê her ku diçin Diyarbekirê, rastiya kurdan bi bîr tînin, qala azadî û çareseriyê dikin lê dema vedigerin Ankarayê xwe şaş dikin. Erdogan jî li gor vê kevneşopiyê tevgeriya."
Kişanakê qismekî girîng ya axaftina xwe ya di komcivîna partiya xwe de li ser mijara tundiya li ser jinan sekinî.
Kişanakê polîtîqayên hikûmetê yên der barê vê mijarê de rexne kir û got ku "Hikûmeta AKPê berpirsyar û hevkarê her cinayetê ye. Kişanakê got ku "Serokwezîr Erdogan radibe û dibêje jinan ku sê zarokan bînin, madem Serokwezîr dikare civakê biguherîne û rê nîşanê civakê bide, bila rojekê jî derkeve û di mijarên tundiya li ser jinan, zewacên di temenekî biçûk de, zewacên pirjinî de helwesteke diyar bide. Lê tu carê vê yekê nake. Bîrûbaweriya wî ji bo vê yekê guncav nîne."
Kişanekê axaftina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya li Diyarbekirê bi bîr xist û got ku gotineke weke 'Li qereqolê rast dibêje, di dadgehê de xwe şaş dike' heye. Ev yek guherî bû 'Li Diyarbekirê rast dibêje, dema vedigere Ankarayê xwe şaş dike.' Erdogan jî li gor vê kevneşopiyê tevgeriya. Serokwezîrên Tirkiyeyê her ku diçin Diyarbekir, rastiya kurdan bi bîr tînin qala azadî û çareseriyê dikin lê dema vedigerin Ankarayê xwe şaş dikin. Êdî gelê me jî vê yekê dizane. Gelê me dikare rastî û xeyalan, heqîqet û derewan ji hev derxîne."
- Nîqaşên destûra nû
Kişanakê got ku mafê gel e ku hîn bibe ka ev du sal in di komîsyona destûrê de çi tê axaftin, nîqaşkirin, çi tê pêşniyazkirin. Kişanakê da zanîn dixwazin ku nîqaş û pêşniyazên li komîsyonê bila wek pirtûk bê çapkirin û li ser malperan bê belavkirin. Bila heqîqet derkeve holê, kî li ser vê maseyê rûnişt, li ser hêvî û daxwazên gel çawa hesabên berjewendiyên xwe kir, divê her kes vê bibîne."
Kişanakê diyar kir ku pêşnûmaya destûrê ya ku BDPê pêşniyaz kir ji bo wan "rûmetek e" û got ku dema em li vê pêşniyazê dinêrin em dibînin ku ev pêşnûma ya BDPê tenê nîne, ya hemû Tirkiyeyê ye. Kişanakê diyar kir ku her sê partiyên din berpirsyariyên xwe bi cî neanîn û got ku tu wateya wê tuneye ku AKP sûc dixe stûyê partiyên din. Kişanakê got ku serokwezîr di her firsendê de hewl dide ku dayîna endamên wekhev ya komîsyonê wekî lutfekê nîşan bide. Ev lutfeke serokwezîr nîne.
"AKPê xwest ku wê maseyê ji bo ku destûra xwe bixwe çêke û vê yekê jî meşrû bike, bi kar bîne. CHP bi helwest û nêrîneke ku bi tu awayî nayê qebûlkirin, pêşniyazên ku statukoya niha paşvetir dibe, pêşkêş kir. Nekarîn destûra nû çêbikin. MHP û CHP jî ji vê yekê berpirsyar in, lê berpirsyariya herî mezin a AKPê ye. AKP sozê destûreke nû ya sivîl dabû, lê ev sozê xwe bi cî neanî."
Kişanakê got ku AK Partî her wekî ku BDP tuneye tevdigere û wiha axivî: "Bi BDPê re hevdîtin di rojeva wan de tuneye. Ji vê zîhniyetê destûreke demokratîk dernakeve. Niha dibêjin ku "em ê di riya xwe de biçin" heke hûn di wê riyê de biçin dê kesên ku çareseriya pirsgirêka kurdan dixwazin derkevin pêşberî we."
- Rapora Komîsyona Çareseriyê
Kişanakê îdia kir ku AK Partî di pêvajoya çareseriyê de berpirsyariya ku dikeve li ser milê wê bi cî neanî û got ku nêrîna di çêkirina destûra nû de li Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê ya TBMMê jî berdewam dike.
Kişanakê got ku "Di rapora Komîsyona Çareseriyê de gihane asteke wisa ku BDPê tune dihesibînin. Xwe bixwe rapor nivîsandine û pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê kirine. Gelo ev der çewliga AK Partiyê ye? Rê û rêbazên vê derê hene. Ev hemû nîşaneyên dîktatoriyê ne."
Kişanakê parast ku digel her tiştî Ocalan hewl dide ku bi awayekî yekalî pêvojoyê bidomîne û got ku "Em ê heta dawiyê mafê xwe yê muxalefeta demokratîk bi kar bînin."