DIYARBEKIR
Gultan Kişanaka ku di hilbijartinên herêmî de ji BDPê bû Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr mazbeteya xwe girt.
Kişanakê li Avahiya Edliyeyê ji Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr Nazim Ataş mazbeteya xwe girt û pişt re bi serokên şaredariyên navçeyan û endamên meclisê re derbasî Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bû û Osman Baydemîr peywir dewrî wê kir.
Kişanakê li vir axaftinek kir û got ku digel her zehmetiyan hêsan nîne ku mirov bi qasî 10 salan li bajarekî li gor daxwazên gel xizmetê bike, fikra birêvebiriya demokratîk bi cî bike û xizmeteke li gor fikra beşdariyê bide.
Kişanakê destnîşan kir ku hevalên wê bi serkeftinên xwe xebatên xwe bi serbilindiyeke mezin heta roja îro anîn û wiha axivî: "Ev xebat dê ji niha pê de jî bi heman fikrê berdewam bikin. Em ê hemû bi hev re hewl bidin ku asta xizmetê bilindtir bikin. Ji bo me a girîng ew e ku ev ala bi awayekî paqij û bê teslîmkirin. Em jî dê nêrîna siyasî ya ku nirx û berjewendiyên gel di ser her tiştî de dibîne bi awayekî paqij dewrî kesê ku dê piştî me bê, bikin."
Baydemîr jî da zanîn ku di maweya xizmeta xwe ya bi qasî 10 salan de ji polîtîkayên hawirdorê heta gihandin, binesazî û beşdariya ekolojîk û demookratîk gelek xizmetên ku di dîroka komarê de nehatibûn kirin, kirin û ji ber vê yekê kêfxweş in.
Baydemîr diyar kir ku alaya xizmetê ji hevalên xwe girtin û ev ala bilind kirin û da zanîn tu gumana wî tune ku dê hevalên wî yên nû vê alaya xizmetê bilindtir bikin.
Baydemîr got ku aliyekî xweş yê demokrasiyê ew e ku gel xizmeta alayê dide û dema ku wext tê dîsa gel paş ve distîne û axaftina xwe wiha domand: "Me piştî deh salan careke din alaya xizmetê bi tercîha gelê xwe dewrê hevalên xwe kir. Em ji ber vê yekê kêfxweş in. Bi ya min tu têgehên wekî serokên Şaredariyê yên berê tune, tîma berê, serok û serokê nû heye. Em wek tîma berê û serokê berê serkeftinê ji bo seroka nû û tîma nû dixwazin."
Hevdîtinê pişt re ji bo çapemeniyê girtî berdewam kir.