15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
VAN
Wezareta Karên Navxweyî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) da ye wezîfedar tayînî şaredariya Edremîta navçeya Wanê kiribû û welatî niha ji xizmetên şaredariya xwedî rêveberiya nû dike, razî ne.
Şaredarên der barê wan da bi hinceta alîkarî dane PKK/KCKya rêxistina terorê lêpirsîn hebû ji wezîfeyê hatin dûrxistin û di çarçoveya KHKê da şaredarên nû di şûna wan da hatin wezîfedarkirin.
Şaredarên wezîfedarkirî ji bo welatiyan razî bikin ya ji destê wan tê dikin.
Li Edremîta navçeya Wanê ekîbên şaredariyê li taxên navçeyê, kuçe û rêya restore dikin. Xebatkarên şaredariyê him li navenda navçeyê û him jî li çolterên ser navçeyê ya hewce dike, dikin. Ji bo der û dibistana av ji wan ra lazim e jî dest bi xebatê kirin.
Ji şêniyên navçeyê Selamî Karataş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rêya ekîbên şaredariyê niha restore dikin tijî çal û girik bû û wiha pê da çû: "Ez berê çûm û min ji şaredariyê xwest ku bila bên rê çêbikin. Lê şaredariyê tu tiştek nekir. Ez îro çûm şaredariyê û qaymeqamtiyê û min daxwaza xwe ji wan ra got. Xwedê ji wan razî be demildest hatin û çêdikin. Di bin baranê da di nav heriyê da dixebitin lê dîsa jî rêya me çêdikin. Ez spas dikim."
Okan Kara jî ragihand ku xebatên niha ji berê çêtir in û wiha dewam kir: "Dema berf û baran dibarî rêya me di nav heriyê da dime. Zivistanê me nikaribû di vê rêyê da herin. Çêkirina vê rêyê ji bo me gelekî baş bû."