Abdullah Tel
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
VAN
Li Edremîta navçeya Wanê di TIRa hat kontrolkirin da 101 kîlo û 350 gram eroîn hat dîtin.
Midûriyeta Ewlehiyê daxuyanî da û diyar kir ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîkê TIRa bi plakeya 44 BR 521î ya A.B diajot li cihê kontrolê texma Kurubaşiya ser rêya Wan-Gurpinarê da sekinandin.
Seyê narkotîkê "Efes" di kontrolkirina TIRê da hat emilandin û li ser bêhnkirina wî dorseya TIRê hat kontrolkirin.
Di dorseyê da 101 kîlo û 350 gram eroîna di 196 pakêtan da hatibû veşartin, hat qefaltin.
Şofêr A.B. hat binçavkirin.