Abdullah Tel
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
VAN
Xwendekarên zanîngehê bi resm û neqşan dîwarên dibistana seretayî û ya navîn a Kurubaşê ku li Edremîta navçeya Wanê û gelek caran ji hêla terorîstan va hatibû şewitandin, xemilandin û li bexçeyê dibistanê jî şitlê daran çikandin.

Dibistana li Taxa Kurubaşiyê di sala 2014an da û piştî wê bi caran ji hêla terorîstan va hat şewitandin û zirareke mezin dît. Ji ber zirar û ziyanê li dibistanê demek perwerdehî nehat kirin û di wê navberê da xebatên tedîlat û temîratê va şopên êrîşan hatin paqijkirin.

Xwendekarên Beşa Hunerên Dîtbarî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê jî li ser dîwarên dibistana tedîlata wê hat kirin wêne çêkirin û şitlên daran di bexçeyê dibistanê da danîn.

Alîkarê Midûrê Dibistanê û Kordînatorê Projeyê Murat Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li dibistanê 22 mamoste û 400 xwendekar hene.
Aslan destnîşan kir ku ji bo xweşkirina dibistanê projeya "Ji bo pêşerojê dest bidin hev" kirin rewacê û wiha pê da çû: "Prof. Dr. Peyamî Battalê Rektorê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê piştgirî da projeya me. Dibistana me ya ku berê ji hêla PKKyê va hatibû şewitandin hat temîrkirin. Pirtûkxaneya me hat çêkirin û ji bo ku zarok di cihekî paqij û çêtir da perwerdehiya xwe bidomînin kar û xebat hatin kirin.

Mamosteya dersa Îngilizî Demet Yeşîldagê jî bi bîr xist ku dibistana wan di sala 2014an da ji hêla terorîstan va hatiye şewitandin û wiha dewam kir: "Di nav dibistanê da gelek cih hatin şewitandin. Me hemûyan xwest ku tevlî weliyên xwendekarên xwe ji bo zarokan em destê xwe bidin hev û bixebitin û ji bo wan tiştekî bikin."
Ji xwendekarên zanîngehê Esra Gunbeldekê got ku heya ji destê wan ji bo li ser dîwarên dibistanê wêneyên xweş çêkin hewl dan.