15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
KARS
Welatiyên ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê kewan xwedî dikin ji ber ku hewa sar e û kew nikarin bi têra xwe bifirin, hin caran di bin sifirê de 30 pile sermayê de kewan derdixin derva ku ew bifirin.
Hewaya sar li herêmê dibe sedema zehmetiyan û tesîrê li ser heywanan jî dike.
Kesên ku li Sariqamîşa navçeya Qersê dijîn ji ber ku kewên wan bi têra xwe nafirin, di nav heftêyê de 2 rojan kewên xwe ji qefesan derdixin ku ew bifirin.
Ji bo ku kew serma nekin welatî vîtamîna Cyê jî didin kewan. Kew li asîman difirin û teqleyan diavêjin.
- "Xwedîkirina kewan karê eşq û evînê ye"
Onur Vanliyê (18) li taxa Tepeyê dijî got ku wedîkirina kewan karê eşq û evînê ye û 30 kewên wî hene.
Vanli got ku ew zivistanê hewl dide ku kewên wî bifirin û teqleyan biavêjin û wiha axivî: "Em serê sibê qûtê wan û ava wan didin, dinihêrin kîjanê hêk kiriye. Kewên ku em xwedî dikin teqleyan diavêjin. Ji ber vê çiqas bifirin û teqleyan biavêjin ewqas baş û tenduristî dibin. Hewa herçiqas sar be jî em hin caran wan derdixin derva ku bila ew bifirin."
Vanli anî ziman ku biharê û havînê mihrîcan çêdibin û wiha dewam kir: "Em di hefteyê 2 rojan kewan derdixin ku ew antremanê bikin. Kew çiqas bifirin ewqas zindî û tenduristî dibin. Ji bo ku teqleyan biavêjin ewqas pratîk dibin. Em niha 4 kewên ku wê bikevin pêşbirkê amade dikin. Înşallah ewê di mihrîcanan de bifirin."