15 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
VAN
Li Wanê berxikên mizgîniya biharê zû bûn û vê yekê dilê heywandaran xweş kir.

Li Gurpinara navçeya Wanê mihên bi cisnê "Norduz"ê zan. Heywandar ji ber zayîna mihên xwe kêfxweş in.

Emrah Taşê pez xwedî dike diyar kir qederê 450 mihên wî hene û got ji nîvê zêdetir zane.

Taş destnîşan kir rojê du caran berxên xwe berdide nav pêz û wiha got: "Berxik mizgîniya biharê ne. Mihên me îsal zû zan. Heta hewa germ bibe em baş lê binihêrin."