13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
VAN
Tehsîn Ceylanê Derhênerê Dîmenên Bin Avê û ekîba wî li Çaldirana navçeya Wanê dîmênen gamêşên ku tên ser Çemê Gola Qazê û giyayê di nav avê da dixwin kişandin.
Ceylan û ekîba wî di hewaya germahî bin sifirê da 25 pile ye ji ser Çemê Gola Qazê yê digihêje Avgura Muradiyeyê dîmen kişandin.
Di hewaya sar a ku ev diqerise da gamêşên birçî dibin tên ser çem û giyayê di nav avê da şîn bûne dixwin.
Ev rewş jî ji hêla Ceylan û ekîba wî va bi qamerayan hat qeydkirin û Ceylan ji bo vê daxuyanî da rojnamegeran û got: "Piraniya çem cemedê digire lê li hin deran cemed zirav e û gamêş jî tên wê texmê û giyayê di nav avê da dixwin. Gamêş hin caran bêyî gavan tên, cemedê dişkênin û diçêrin."
Ceylan got ku li derdora golê jî dîmenên gelekî xweş ên ku wê bi kêrî wênekêşan bên hene.