25 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
VAN
Li Çaldirana navçeya Wanê teqemeniya ku terorîstan li rê veşartibû dema ku wesayîta eskerî ya bizirx derbas dibû hat teqandin. Di bûyerê de Serdar Kivanç Cesûrê Fermandarê Jendirmeyan a Navçeyê di nav de 6 esker şehîd ketin û 2 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin nêzî mezreya Gulîzar a gundê Soguksuyê ya navçeyê teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan li rê veşartibûn dema ku wesayîta eskerî ya bizirx derbas dibû hat teqandin
Di bûyerê de Serdar Kivanç Cesûrê Fermandarê Jendirmeyan a Navçeyê û 5 esker şehîd ketin û 2 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar bi firokeyan ji bo dermankirinê demildest rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li Wanê.
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku piştî êrîşa terorîst ya ku li Wanê dema ku wesayîta eskerî derbas dibû hat kirin firokeyên tearûzê û balafirên keşfê sewqî herêmê kirin û ji bejayê û hewayê bi yekîneyên teqwiye ji bo ku terorîst bên kuştin operasyonan berdewam dikin.
- Terorîstan li heman herêmê agir bi 6 tiran vêxistibûn
Mensûbên PKKya rêxistina terorê li heman herêmê danê sibê 6 tir dabûn sekinandin û agir bi wan xistibûn û pişt re reviyabûn. Ji bo ku terorîstên ku reviyabûn bên girtin operasyona ku ji hewayê piştgirî didinê dabûn destpêkirin. Ji ber êrîşa terorê li rêbeja Çaldiran-Bazîdê bi hinceta ewlehiyê demekî bi kontrol destûr dabûn hat û çûya wesayîtan.