İbrahim Yaldız
02 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Li Mûşê Ercan û Emran Beyazyildirima mêr û jin li zozan bi hev ra karê hingiv dikin.
Ercan Beyazyildirim 30 sal e li Mûşê karê hingiv dike û Emran Beyazyildirim jî piştî zarokên wê mezin bûn 5 sal e bi mêrê xwe ra li çiya û zozanên Mûşê mozvaniyê dike.

Mêr û jin havînê diçin zonanên li Mûşê û zivistanê jî li zozanên Hatayê dimînin.

Ercan û Emran Beyazyildirim li Tuzluya gundê navçeya Vartoyê kewarên xwe li zozanê ku 2 hezar û 40 mêtro bilind e danîne û dest bi komkirina hingiv kirine.
Mêr û jin li bendê ne ku ji 400 kewarên xwe 4 ton hingiv hildin.

Ercan Beyazyildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku par hişkayî hebû û got ku îsal baran hebû û em hêvî dikin hingivê îsal baş be.
Emran Beyazyildirimê destnîşan kir 4 zarokên wê zanîngeh qedandine û got ku piştî zarokan ez jî alî mêrê xwe dikim.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Gun diyar kir Mûş ji ber zozanên wê ji hêla mozvanan va tê tercîhkirin û wiha got, "Li bajêr 330 dezgehên hingiv û 52 hezar û 636 kewar hene. Em texmîn dikin ku îsal 630 ton hingiv derkeve."