26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
VAN
Li gundê Sakalara girêdayî Gurpinara navçeya Wanê, welatî bi taybetî mehên zivistanê bi "lîstika kapavêtinê" ya ku ji bav û kalan maye, wextê xwe derbas dikin.
Lîstika kapavêtinê bi hestiyê hêta mih û bizinan tê peydakirin û bi vî hestiyî ve tê lîstin.
Welatî bi taybetî zivistanê li nava gund kom dibin û bi hestiyê çargoşe yê ku ji lingên pêz peyde dikin ve lîstika kapavêtinê dilîzin.
Di lîstika kapavêtinê de xeleqek li erdê tê xêz kirin û kap datînin nava xeleqê. Pişt re welatî ji bo kapên nava xeleqê ji xeleqê derxînin, kapên di destê xwe de davêjin xeleqê. Heke kap ji xeleqê derkeve dora lîstikê didin kesekî din.
- " Ez 57 salî me û ji bo ku bilîzim hewesa min heye"
Şahîn Guvener ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev lîstik ji kal û bavê wan ji nifşên nû re maye.
Guvener got ku ew li gor zarokên niha bişans in û wiha axivî: "Ew lîstikên ku me dilîst nizanin û wisa mezin dibin. Em ji ber wê bangî wan dikin û vê lîstikê hînî wan dikin. Ez 57 salî me û ji bo ku vê lîstikê bilîzim hewesa min heye. Zivistanê tu karê me tune. Piştî ku em yêm didin heywanan em dicivin û vê lîstikê dilîzin, roja xwe wisa derbas dikin."
Abîdîn Budak jî got ku ew ji biçûkatiya xwe pê va vê lîstikê dilîze û wiha axivî: "Ez 35 salî me û xwe dizanim nizanim vê lîstikê dilîzim. Em di dawiya hefteyê vê lîstikê bi hevalên xwe re ji bo kêfê dilîzin."