Önder Beyter
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Bi biryara ku bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin va ji 4 giravên mezin ên di Gola Wanê da jê giravên Axtamar, Çarpanak û Adirê wekî "qada hesas ku teqez dê bê parastin" hatin ragihandin. Kêfa gelê bajêr jî bi vê biryarê ra hat.

Giravên Axtamar, Çarpanak û Adirê ku di nava Gola Wanê da dimînin û herwiha hejmarek zêde ji turîstên ku tên herêmê, bêyî ku van giravan ziyaret bikin venagerin, wekî "qada hesas ku teqez dê bê parastin" hatin ragihandin.

Li ser van giravan berhemên dîrokî yên wekî Dêra Akdamarê, manastirên Ktouts û Lîmê hene ku ji ber van berheman, giravên navborî di turîzma bajêr da ciyekî sereke digirin. Herwiha bi vê biryarê va êdî tedbîrên îlawe dê bên wergirtin da ku girav çêtir bên parastin.

Midûrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê Parêzgeha Wanê Ali Kemal Atli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Parastina Berhemên Siruştî ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da ya Jimare 648 va bi Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hat gêradan, biryar hat dayîn ku ji bo qadên xwezayî û berhemên siruştî statuyên nû bên kifşkirin.

Atli diyar kir ku di vê çarçoveyê da wan ji bo jinûva nirxandina qadên xwezayî, li herêma Wanê dest bi xebatê kir û di 17ê Mijdara 2016an da jî wan proje temam kir.
Atli bal kişand ku herêm di warê qadên xwezayî û berhemên siruştî da dewlemend û e wiha dewam kir:
"Me li seranserê herêma me li 58 qadan ku potansiyela wan heye bibin qadên xwezayî, lêkolîn kir. Di encama van xebatên me da 3 giravên li Wanê wekî 'qada hesas ku teqez dê bê parastin' hatin ragihandin. Ev yek bi pesendkirina Serokomar va hatin tescilkirin."
Atli got ku li Wanê ji bo giravên Axtamar, Adir û Çarpanakê, li Bidlîsê ji bo Gola Aygirê û herwiha li Hekariyê jî ji bo Cemedên Sat ên Cîloyê biryara parastinê derket.