Ahmet Aydın
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Li Keleha Heskîfê ya dîrokî ya ku ji ber projeya HESê û Bendava Germavê di bin avê de dimîne, dê geştiyar bi beleman hatûçûnê bikin.
Li Heskîfa navçeya Batmanê xebatên Bendava Germavê ya ku piştî avê di xwe de bigire, dê di hewza golê de bimîne, berdewam in. Di vê çarçoveyê de bi mebesta ku ew berhemên di nava gola bendavê de, ji bo nifşên siberojê bên veguhastin, xebatên hêzdarkirinê didomin.

Keleha Heskîfê ku dîroka wê vedigere berî nuha bi hezarên salan û berhemên serdema şaristaniyên weke Roma, Artûk û Osmanî tê de mane, herwiha heta salên 1970yî jiyana nîştecihî tê de berdewam bû, bi mebesta ku ji ava bendavê zirarê nebîne, li dora wê, dîwarekî bi qasî 60 metro bilind û hezar metro dirêj tê avakirin.
Keleha ku sala 2010an de piştî latek jê dikeve û dibe sedema mirina kesekî, ji ziyaretan re hatibû girtin piştî xebatan dê dubare ji bo geştiyaran bê vekirin.
Dê geştiyar bi sayeya bendera antîk ya ku bê çêkirin, bi bileman derbasî Keleha Heskîfê bibin û li mekanên dîrokî bigerin.

- "Bazara Romayê dê jinûve were avakirin"
Qaymeqamê Heskîfê Haluk Koç, di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku Qesra Yûsif Axa, Qesra Mezin, Qesra Biçûk, Mizgefta Mezin, tirbên dîrokî û şikeftên di nava kelehê de, dê ji bo geştiyariyê bên vekirin.