İbrahim Atmaca
17 Mijdar 2020•Rojanekirin: 18 Mijdar 2020
Gola Kuyucukê ku li Arpaçaya navçeya Qersê ye, bi Peymana Ramsarê va hildan binê parastinê û par bi temamî ziwa bû. Gol piştî ku bi xebatan tije av kirin, mazûvaniya 110 celeb teyr û tûyan kir.
Gola Kuyucukê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê weke Qada Ramsarê ya yekemîn, li Tirkiyeyê jî qada sêyemîn e ku tê parastinê û li welêt di nav qadên avî yên girîng da cih digre.
Bihuşta teyr û tûyan li navçeya Arpaçayê ser qada Ramsarê ya 416 hektarî ye 1627 mêtre ji sewiyeya behrê bilind e. Gol jî li ser 245 hektarî ye.
Gelek teyr û tûyên ku di navbera Avrasya û Afrîkayê da diçin û tên, li ser golê bêhna xwe vedidin. Ji ber ku gol par bi temamî ziwa bû, bi pêşengiya Walîtiya Qersê xebatên sondajê hatin kirin û bi ava sondajê gol cardin hat dagirtin û bû "bihuşta teyr û tûyan".
Çîpdirêj, werdeka sorbelek, qerebeşik, werdeka çavsor, werdeka dindikşîn, reşçêlek, qaza boz di serî da Gola Kuyucukê mazûvaniya teyr û tûyên celeb celeb dike.
Bi xebatên ku îsal hatin kirin va ji 110 celeb teyr û tûyan bi hezaran çûk li herêmê bi cih bûn û li gor tesbîtê li vê derê hêk kirin û cûcikên xwe derxistin.