Fatih Gazioğlu
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
VAN
Serokê Komeleya Pêngavên Ciwan ya Muradiyeya navçeya Wanê Selçuk Yay mal bi mal digere û kesên astengdar û nexweş tiraş dike.
Yay daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku ew hefteyê rojêkê diçe malan û kesên astengdar û nexweşên ku nikarin ji cihê xwe rabin ziyaret dike. Yay diyar kir ku eger hewcedariya wan hebe ew nexweşan li malên wan tiraş jî dike û wiha axivî:
"Çi ji destê me bê em wekî komele dibin arîkar. Niha em diçin mal û gundan kesên ku astengdar an jî nexweş û nikarin ji cihê xwe rabin tiraş dikin. Ew jî ji me re dia dikin."
Yay bi hevalên xwe ra çû gundê Beydagi û Nezîr Çelîkê 63 salî û nexweşiya KOAHê pê ra hebû ziyaret kir. Yay wiha got: "Em tenê tiraşê nakin. Mînak ev nexweşê mê hewcedariya wî bi tupa oksîjenê heye. Me ev nû zanî. Em ê biçin ji wî re tupeke oksîjenê û her wiha ji bo ku rihet razê jî nivînekê bînin."
Huseyîn Çelîkê 75 salî jî got ku dewlet li wî xwedî derketiye û ew ev 20 sal e di nav nivînan de ye. Çelîk wiha dewam kir: "Xwedê jê razî be, ev hevalê berber jî her hefteyê tê û por û rihê min kurr dike."