Önder Beyter
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Ji ber bandora wê ya bihêz a antîoksîdan û antîmîkrobiyalê di van salên dawîn da propolîsa ku moz ji pel, darik û gulpîkên nebatan berhev dikin, gelekî tê tercihkirin û herwiha ji bo mozvanan jî bûye deriyê duyemîn ê debarê.
Li Sêrtê li ser daxwazê, bi destê Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Parêzehê di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan da di 3 salên dawîn da 4 hezar û 858 caxên propolîsê wekî hîbe li mozvanan hatin belavkirin.
Mozvanên Sêrtî berê xwe didin hilberîna "propolîsê"
Serokê Yekîtiya Mozvanan a Sêrtê Faîk Efe diyar kir ku propolîs teze tê naskirin û lewma jî ji hezar û 300 endamên wan, 50yan jê berê xwe dan hilberîna propolîsê.
Efe diyar kir ku ew ê projeyekê pêşkêşî Serokatiya Rêveberiya Pêşketina Herêma GAPê bikin da ku propolîs bê berhevkirin û ji miemeleyê ra bê derbaskirin û wiha dewam kir:
"Ji ber ku berhevkirina wê bizehmet e, mozvan pir eleqedar nedibûn. Lêbelê ji ber ku teleb zêde bû, vêcarê mozvanan berê xwe dan propolîsê. Aniha li Sêrtê 50 mozvan bi dafikên cuda propolîsê berhev dikin. Ji ber ku em wisa bawer dikin ku propolîs dê ji bo mozvanan bibe deriyekî nû yê debarê, lewma em jî projeyeke nû di vî warî da amade dikin."
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv ê Sêrtê Nezîr Çetîn jî diyar kir ku ji Enqere û Stenbolê propolîsê dixwazin.
Ji ber bandora wê ya bihêz a antîoksîdan û antîmîkrobiyalê di van salên dawîn da propolîsa ku moz ji pel, darik û gulpîkên nebatan berhev dikin, gelekî tê tercihkirin û herwiha ji bo mozvanan jî bûye deriyê duyemîn ê debarê. ( Mehmet Niyazi Deniz - Anadolu Agency )
Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Mozvaniyê ya Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngeha Sêrtê Dr. Endamê Hîndekariyê Cahît Ozcan jî diyar kir ku li navendê ew li ser hingiv, şîrê mozan, polen û propolîsê qederek lêkolîn û ceribînan dikin û wiha dewam kir, "Kîlograma propolîsê bi 200 lireyî tê firotan. Herwiha wekî Zanîngeha Sêrtê em amade ne ku ji bo hilberîna şîrê mozan, polen û propolîsê alîkariya teknîkî bidin hilberînerên me."
Nîzam Dayan ku propolîs kirî, wiha got, "Ji bo ku ji nexweşiya mîdeyê ra baş tê ez dikirim. Em xam dikirin û hinek xwarinên din tev dikin û wisa diemilînin."