Türkan Tosun
31 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 03 Sibat 2021
Li Karliovaya navçeya Bîngolê welatiyên heywanan xwedî dikin bi xizangan va ji bo heywanên xwe gîha dikşînin.
Li Bîngolê berf û serma tesîrê li ser jiyanê dike.
Li gor daxuyaniya Midûriya Şaxa Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr ji ber berf û bagerê rêya 281 gundan hat girtin.
Ji bo rê bên vekirin 110 kes bi 19 greyder, 5 dozer, 23 kepçe, 3 wesayîtên berfê davêje va dixebitin ku rê bên vekirin.
Walîtiyê daxuyand rêya Genç û Yenîsuyê ya ku duh hatibû girtin, hat vekirin.
- Bi xizangan va gîha dikşînin
Li navçeya Karliovayê welatiyên heywanan xwedî dikin bi xizangan va ji girên berfê nixûmîne ji bo heywanên xwe gîha dikşînin.
Kemal Kartalê 100 bizinên wî hene daxuyand zivistanê ew bizehmetî heywanan xwedî dikin.
Kartal wiha got: "Me gîhayê ku havînê bizehmetî çînî bû, dervayî gund kom kir. Şert û mercên zivistanê zehmet e, lê em her roj 300 mêtro rê diçin û bi xizangan va gîha tînin."