Önder Beyter
09 Hezîran 2019•Rojanekirin: 10 Hezîran 2019
Li Antalyayê ciwanê 23 salî ku ket behrê xeniqî.
Li Qeraxê Konyaaltiyê mirovên ferq kirin ku kesek di nava avê da ye û nalive, xeber dan 112 Navenda Banga Bilez.
Polêsên xozneber ku bi botê hatin ciyê bûyerê, mirovê di avê da derxistin û anîn qeraxê behrê. Li vê derê hat tesbîtkirin, mirovê ku ji avê hat derxistin miriye.
Herwiha ekîbên polêsan tesbît kir, mirovê ku xeniqîye, Deniz Çabşek e ku bi duçerxa xwe hatiye qeraxê û dûra ketiye behrê.
Piştî lêkolînê, ji bo otopsiyê cesedê Çabşek şandin Dezgeha Tiba Edlî ya Antalyayê.
Duçerxa wî jî kirin wesayîta veguhestina cinezayê.