Hüseyin Demirci
31 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê li Navenda Kaşûnê ya Sariqamîşê ya ku ji navendên kaşûnê yên giring ên Tirkiyeyê ye û sezon vekir, nimayişa kaşûna bi meşaleyan hat kirin.
Li navenda ku bi daristanên xwe yên darçamên zer, berfa krîstal û pîstên dirêj ên kaşûnê va her sal gelek turîstên xwemalî û biyanî diezimîne, stûriya berfê li hin cihan gihîşt 40 santîmetreyî.
Piştî ku pîst hatin amadekirin, navendê sezona nû vekir û turîstan jî berê xwe dan navendê, bi roj kaşûn û snowboard kirin û bi xizekan xwe şiqitandin. Bi şev jî hîndekarên navendê û tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Cendirmeyê (JAK), Alaya Tirk bilind kirin û nimayişa bi meşaleyê kirin.
Waliyê Qersê Ziya Polat ji rojnamegeran ra diyar kir ku sezona nû bi xêr be û wiha dewam kir, "Ji bo em Sariqamîşê bikin ji navendên giring ên turîzmê, em neçar in mil bidin milê hev û bixebitin. Sezona nû bira ji bo hemû xebatkarên me yên turîzmê û Qersa me ya Xazî bi xêr be."
Parlamenterê Qersê yê AK Partiyê Adem Çalkin, Qaymeqamê Sariqamîşê Enis Aslantatar, Şaredarê Sariqamîşê Serdar Kiliç, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgeha Qersê Albayê Qidemdar Yusuf Mutlu Genç, turîzmvan, nûnerên partiyên siyasî û kaşûnhez beşdarî çalakiyê bûn.