İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 02 Gulan 2020
Qaymeqamtiya Bêgiriyê bi piştgiriya dildarên şaxên Heyva Sor a Tirk ên Erdîş û Bêgiriyê beriya fitarê di tasên seferê da 3 cure xurek bela dike.
Ji aliyê din va li 500 malbatên feqîr koliya xidayê jî hat belakirin.
Kordînatorê Heyva Sor a Tirk a Bêgiriyê Selçuk Yay daxuyanî da û diyar kir, îsal ji ber vîrusa koronayê ya nû wan wek Heyva Sor a Tirk ji bo feqîran çadira fitarê daneynî.
Yay diyar kir ku bi piştgiriya Qaymeqamtî û xêrxwazan di mitfaqan da xurek çêdibe û wiha dewam kir, "Ji seranserê meha remezanê aşpêjên me yên hoste û bi kontrola endezyarên me yên xidayê 3 cure xurek çêdikin. Em van xurekan di tasên seferê da li 1200 welatiyên me yên feqîr bela dikin û dibin ber deriyê wan. Ji me ra dia dikin."
Şakir Bîrgulê ku taxa Yenîşehirê dijî jî got ku Heyva Sor jê ra xurek tîne û spasiya rayedaran kir.