Ömer Varlık
02 Nîsan 2026•Rojanekirin: 05 Nîsan 2026
Dergûşê 2 rojî yê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat dinê ji bo tetqîq û tedawiya pêş bi ambulansa balafir sewqî Enqereyê kirin.
Biryar hat dayîn ku dergûşê du rojî yê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê di hefteya 38emîn da hat dinî û teşxîsa anomaliya welidînê danê ji bo tetqîq û tedawiya pêş sewqî Enqereyê bikin.
Li ser vê dergûş ji nexweşxaneyê hat hildan û li gel ekîbên tenduristiyê birin Balafirgeha Sultan Alparslanê ya Mûşê.
Dergûş hildan ambulansa Wezareta Tenduristiyê ya li wir li bendê bû û sewqî Klînîka Cerehiya Demar û Qelbê ya Zarokan a Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê.