Hüseyin Demirci
21 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2024
Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ji ber ku dibistan tetîl e zêde qerebalix bû.
Li navenda ku qalindahiya berfê gihîşt 110 santîmêtroyî rêyên dirêj ên ji bo xweşiqitandinê hene û berfeke krîstal her derê nixûmandiye.
Kesê tên navendê xwe dişiqitînin, kêfa snowboard û xizakê dikin.
Serokê Komeleya Otelên Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê Halît Taş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand niha otêl hema bibêje ji sedî 80 tije bûne û wiha axivî: "Berf hê dibare. Pîstên me gelekî xweş in, tu pirsgirêk tune. Bi berfê va rêjeya tijebûnê heta meha adarê wê zêde bibe. Em bangî kesên ku xweşiqitandinê hez dikin ku bila bên. Em ji her kesî ra dibêjin bila heyameke baş derbas be."
Hîndekarê xweşiqitandinê Fatîh Koçak jî got berfeke xweş di nav daristanê da heye û ew benda hemû mêvanan nin.
Aliya Cehhanêê jî got ew ji Stenbolê hatiye û dixwaze bila her kes bê vê derê bibîne.