Hakan Sarı
28 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2023
Li Ozalp û Saraya navçeyên Wanê ekîb xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê li deverên bilind yên Ozalp û Sarayê xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Şefê Şantiyeya Sarayê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê Muhammed Akin destnîşan kir ku li navçeyê du roj e berf dibare û got ku em li gund û deverên bilind rêyên girtî vedikin.