Hakan Sarı
27 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2024
Li Ozalpa navçeya Wanê du roj in berf dibare û piştî ketina berfê, ewrên asîmananan ji hev belav bûn û asîman xemiland.
Li herêmên gundewar ên navçeya Ozalpê piştî ketina berfê siruşt spî bû û sayî kete asîmanan. Ewrên ku li asîmanan ji hev belav bûn, dîmeneke xweş derxistin holê.
Ewrên spî ji rojhilatê ber bi rojavayê herikîn û wekî teyr û tuyên koçber asîman xemiland. Hin welatiyan di binê vê dîmena xweş da wêne kişandin.