Fatih Gazioğlu
03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
KARS
Li Sarikamişa navçeya Qersê teyrê baz yê gevez piştî hat dermankirin birin darastinê û berdane çolê.

Midûrê Daristan û Karên Avê yê Herêma 13emîn a Qersê Murat Doganay daxuniyek da nûçegihanê AAyê û got dermankirina teyrê baz yê gevez yê ku hatibû dîtin, temam bû. Doganay wiha axivî:
"Esnafekî me beriya hefteyekê teyrekî baz yê gevezê birîndar dîtibû û teslîmî me kiribû. Me jî teyrê baz bire Navenda Rehabîlîtasyona Xilaskirina Heywanan a Zanîngeha Kafkasê. Tayrê baz li vi hat dermankirin. Piştî dermankirinê me teyrê baz bire darastina Hamliyê û berda çolê."