Nevzat Umut Uzel
06 Adar 2024•Rojanekirin: 07 Adar 2024
Jinên Wanî di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da çûn Girava Axtamarê û bi antrenoran ra werziş kirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Îpekyoluyê, di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da li navçeyê çalakiyek hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê da jinên ku bi keştiyê birin giravê, digel rahêner û antrenorên jin ên ser bi Rêveberiya Ciwan û Werzişê, li ber menzereya Gola Wanê werziş kirin.
Jinên ku li giravê li Dêra Axtamarê geriyan, ji ber çalakiyê spasiya rayedarên Şaredariya Îpekyoluyê kirin.