Haydar Şahin
07 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
VAN
Li Behra Wanê 4 giravên mezin hene û ji wan yek jî Girava Çarpenakê ye. Girava ku tebîeta wê nehatiye guherandin bala ziyaretvanan dikişîne.
Girav li perava Çîtorena taxa Tuşbaya bajêr e û li herêma bakurê rojhilatê Behra Wanê cî digire. Biharê giran rengregî dibe û dîmenên xweşik derdikevin holê.

Her sal gelek tûrîstên xwecî û biyanî, wênekêş û hezkiriyên tebîetê tên ziyareta girava ku lê dêrek jî heye.
Ziyaretvan li Taxa Çîtorenê kelekên masîgiran kirê dikin û pê derbasî giravê dibin, li vê derê bi qaqlîbazan ra kêfa dîmenên xweşik derdixin.
Fevzî Yildirimê li ser Behra Wanê masîgiriyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal bi sedan ziyaretvanên xwecî û biyanî tên dîtina Girava Çarpenakê, li vê derê wêneyan dikişînin û digerin.
Yildirim wiha axivî: "Kesên ku tên giravê dema dîmenên xweşik û mîmariya Dêra Çarpenakê dibînin şaş û metel dimînin. Di seranserê rojê da li giravê dimînin, wêneyan dikişînin, qeydên vîdeoyê hildidin û seyranê dikin. Dema karê wan diqede jî em wan bi kelekan dîsa tînin qeraxê û oxir dikin."

Halît Abali jî got ku wekî gelê taxê giravê mihefeze dikin û ji bo parastina wê çi ji destê wan tê dikin.
Abali destnîşan kir ku di nav rojê da li behrê masiyan digrin û ji ber vê jî her tim giravê kontrol dikin û wiha pê da çû: "Kî tê bira bê em wan kontrol dikin. Ji bo ku ziyaretvan zirarê nedin giravê em hewleke mezin didin."