Davût Akgunê ku li navçeya Îskenderûnê dijî got ku pisîka min "Ceylan" za û 5 têjik anîn dinê.
Akgun got ku me ferq kir ku ji pisîkan yek 'du rû' ye û wiha axivî: Ez ji pisîkan gelekî hez dikim. Pisîka min du roj beriya niha za. Yek ji 5 têjikên ku hatin dinê, ji yên din cuda bû. Me dît ku têjikeke 'du rû' ye. Em gelekî şaş bûn."
Akgun da zanîn ku hêj pisîka 'du rû' nebiriye beytar lê dê di rojên pêşiya me de pisîkê bibe beytar.