İbrahim Atmaca
06 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Qeraxên yekta yên Gola Wanê ji bo kesên ku wêneyên bûk û zavayên nû dikşînin bû studyoya siruştî.
Gola Wanê yek ji wan cihên guncaw e ku qulibîna tavê lê tê temaşekirin û dîmenên xweş lê dertên holê. Kesên ku wêneyên bûk û zavan dikşînin, qeraxên golê ji xwe ra kirin studyoya siruştî.
Kesên ku wêneyên bûk û zavan dikşînin, ji xwe ra qeraxê golê cihên guncaw neqandine û kifş kirine, li wê derê wêneya bûk zavayên nû dikşînin û dema wan a kêfxweş mayînde dikin.
Wênekêş Mustafa Ece diyar kir, li Tirkiyeyê qeraxên Gola Wanê yek ji wan cihên herî xweş e ku meriv qulibîna tavê lê temaşe dike.
Ece diyar kir, di demên dawîn da meriv êdî herî zêde dixwazin li derva wêneyan bikşînin û wiha dewam kir: "Bi vî rengê wêneyên xweşiktir û siruştîtir dertên holê. Qeraxên Gola Wanê jî ji bo cihê kişandina wêneyan cihên xweş in. Em wêneyên pir bedew û siruştî bi dest dixin."