21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ERZURUM
Hat ragihandin ku li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya ku bi şev hat pîvandin wisa sar e ku ji sermaya Antartîkaya Qutba Başûr derbastir bû.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn li giştiyê herêmê hewa wê ewr be, germahiya hewayê li gor demsalê wê kêm bibe, bayê ji başûr çêbibe.
Germahiya hewayê bi şev herî kêm di bin sifirê de 35 pile li Balafira Erziromê, di bin sifirê de 30 pile li Pasînlera navçeya Erziromê, di bin sifirê de 29 pile li Tekmana navçeya Erziromê û di bin sifirê de 31 pile li Goleya navçeya Erdexanê hat pîvandin.
Li navendên bajaran jî germahiya hewayê bi şev herî kêm di bin sifirê de 28 pile li Agiriyê, di bin sifirê de 25 pile li Qersê, di bin sifirê de 23 pile li Erziromê, di bin sifirê de 20 pile li Erdexanê, di bin sifirê de 19 pile li Îdirê, di bin sifirê de 18 pile li Erzinganê hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê daxuyand ku li herêmê serma wê heta dawiya hefteyê dewam bike.
Rayedaran bi bîr xistin ku îro li Antartîkaya li Qutba Başûr germahiya hewayê di binê sifirê da 24 pile hat pîvandin, li Balafirgeha Erziromê germahiya hewayê di binê sifirê da 35 pile ye, li Pasînlerê 30 pile, li Tekmanê 29 pile li Goleya navçeya Erdexanê 31 pile hat pîvandin, bi vî awayî Erzirom ji Antartîkayê sartir e.
Rayedaran bal kişand ku nika li Antartîkayê demsala havînê ye, lê zivistan li wê derê zehf sar e, li gor nixandinan hin ciyên Herêma Rojhiltaê Anadoluyê ji Antartîkayê sartir e.
- Li rojhilatê sermayê kêm be
Rayedar dibêjin ku dawiya hefteyê li herêmê berfê hebe, bi barîna berfê va germahiya hewayê ew ê qasî 10 pileyan zêde be lê belê dîsa jî di binê sifirê da be.
Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê li Îdirê 5, li Ezirganê 7, li Erzirom, Qers û Erdexanê 12, li Agiriyê 15 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 55, li Erziromê 29, li Erdexanê 20, li Qersê 12, li Îdirê 10 û li Ezirganê 3 santêm hat pîvandin.
- Welatî ji ber hewaya sar ji malê xwe dernakevin
Welatî ji ber berf û hewaya sar a ku li herêmê pir bi tesîr e heta hewce neke ji malên xwe dernakevin û sîvîrnekên mal û avahiyan jî cembelîk girtin, çem, lîç, newal û avgurm û qanî jî qeşa girtin.
Di gelek wesayîtan da sotemenî qefilî û ji ber vê ew neşixulîn û hin welatiyan ji bo parastina ji sermayê branda û betanî avêtin ser wesayîtên xwe.
Li herêmê ji ber hewaya sar bijangên mirov qeşa digire û welatiyên li rawestgehên otobusan disekiniyan xwe li ber germkerê germ kirin.
Li Uzumluya navçeya Erzinganê jî hewa gelek sar e û berf li erdê ye lê hin zarok ji bo kêf û lîstikê derketin derva û bi xizanga ji ser berfê şeqitîn. Ji zarokan Emre Can Kurt got ku ew bi vî awayî kêf dikin, dileyîzin û bi hevalên xwe ra wext derbas dikin.
Rayedaran welatiyan hişyar kir ku li herêmê hewa sar e û qeşa heye bila ji ber vê hay ji xwe hebin û baldar bin.