30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
HATAY / ADANA
Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ku di bin dorpêça artêşa rejima Beşar Esed û komên biyanî yên terorîst yên alîgirên rejimê da ye, Mistefa Raşîd di bombardûmanê da ji lingên xwe bû. Raşîd herwiha li Edeneyê gihîşt herdu zarokên xwe yên ku li aliyê walî yê sînor mabûn.
Mistefa Raşîdê 31 salî ku ji rojhilatê Helebê hat tehliyekirin û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edene Numûneyê tê tedawîkirin, dixwast herdu zarokên ku li dû wî mabûn jî bînin cem. Walîtiya Edeneyê ket dewrê û ev xeyala Raşîd pêk hat.
Di encama xebatê da Diyayê 5 salî û Meleka 4 salî ku li kampeke li Îdlibê bûn, anîn Tirkiyeyê.
Dayika zarokan Leyla Raşîd li ber Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê zarokên xwe pêşewazî kir û zarokên xwe hembêz kir. Dû ra zarok û dayika wan birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edene Numûneyê ku bavê wan Raşîd lê tê tedawîkirin.
Bavê zarokan li odeya nexweşxaneyê zarokên xwe li ber çavên xwe dît û pir kêfxweş bû. Ev dîmenên şahiyê di kamreyaya AAyê da reng veda.
Raşîdê ku bi jina xwe û zarekê xwe va hatibû Tirkiyeyê diyar kir ku ev qasî 20 rojî ye ku 2 zarokên xwe yên ku li Sûriyeyê mabûn nedîtiye û ji wan xeber hilnedaye û ji ber vê jî tirsiyayeke tiştek hatibe serê wan.
Raşîd destnîşan kir ku ji roja hat Tirkiyeyê virda tê dermankirin û wiha got: "Ji ber zarokên min dilê min rihet nebû. Ez ji bo wan ditirsiyam. Ez emeliyat bûm lê belê hişê min li serê min nebû û her tim zarên min di aqilê min da bûn. Nika zehf kêfxweş bûm, gihîştime herdu zarokên xwe. 20 rojên ku min zarokên xwe me dît ji min ra bû motanî 20 salan. Ji ber ku zarokên min anî û derman dikin ji dewleta Tirkiyeyê ra sipas dikim."
Raşîd diyar kir ku piraniya Helebê bû xirabe û wiha pê da çû: "Çaxa ku min hewl dida ku birîndarên di binê xirabeyan da derxim bombeya rejimê teqiya û ez birîndar ketim û herdu nigên min hatin jêkirin. Ji bo vê ez jina min û zarekê min bi ambûlansê anîn Tirkiyeyê. 2 zarên min jî li wî aliyê sînor li cem eqrebeyên min mabûn. Ez gihîştim wana jî."
Leyla Raşîda jina Raşîd jî got ji ber ku gihîşte zarên xwe ji Tirkiyeyê ra sipas kir û wiha got: "Aqilê min li ser zarên min mabû. Bi rojan şûnda gihîştim wan zehf bextewar bûm. Ji Xwedê ra hezar carî şikur dikim."
Raşîd wiha xeberda: "Ji bo min niha jiyana duyemîn dest pê kiriye. Di serî da Tirkiye sipasiya her kesî dikim ku ji bo bigihêjim zarokên xwe bûn alîkar. Ez zehf bi ber Helebê dikevim. Hêvî dikim Heleb bigihêje rojên xwe yên berê û em vegerin welatê xwe. Ji bo Helebê dia dikim û hêvî dikim şer zû biqede."
Ji zarokan Melek û Diyayê diyar kirin ku zehf bêriya diya xwe kirine.
- AAyê mijarê anîbû rojevê
Mistefa Raşîdê ku dema li Helebê hewl dida sivîlan xilas bike herdu lingê xwe ji dest dide û li Edeneyê dihat dermankirin. Ajansa Anadoluyê (AA) di 22yê Kanûnê da rewşa Raşîd bi nûçeya xwe anîbû rojevê.