Utku Şimşek
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 18 Hezîran 2023
Rûniştina Testa Têrdariyê ya Beşan (AYT) ya beşa duyem ya Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) ku Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîkirinê (OSYM) li 81 bajêr û Lefkoşayê çêdike temam bû.
Ezmûna Testa Têrdariyê ya Bingehîn a beşa ewil duh çêbû. Beşa duyem ya ezmûnê ya ku îro di saet di 10.15an da dest pê kiribû dawî bû.
Ezmûn li 8 hezar û 789 avahiyan, li 150 hezar û 140 salonan da çêbû, 345 hezar û 898 kesî di ezmûnê da ji bo wezîfeyê cih girt.
Di AYTyê da ji namzedan 40 pirsên Testa Ziman û Wêjeya Tirkî-Zanistên Civakî-1, 40 pirsên Testa Zanistên Civakî-2, 40 pirsên Testa Matematîkê, 40 pirsên Testa Zanistên Fenê hat pirsîn û ji bo van pirsan 180 deqîqe dem hat dayîn ku namzed bersivan bidin.
Qasî 2 milyon û 573 hezar û 156 namzet beşdarî ezmûnê bûn ku di nav wan da 9 hezar û 528 kes astengdar in.
- Rûniştina dawîn Ezmûna Zimanê Biyanî ye
Rûniştina dawîn ya ezmûna Testa Zimanê Biyanî (YDY) wê îro di saet 15.45an da dest pê bike û 120 deqîqe dewam bike.
Ezmûn wê ji zimanê Almanî, Erebî, Îngilizî, Frensî û Rûsî pêk bê û 80 pirs wê bên pirsîn.
Îsal ji Îngilizî 316 hezar û 572, ji Erebî 13 hezar û 774, ji Almanî 4 hezar û 705, ji Frensî 1745, ji Rûsî 1218 kes wê bikevin ezmûnê.
Encamên YKSyê wê di 20ê Tîrmehê da bêne eşkerekirin.