Muhammet Kurşun
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li ser Stenbolê got: "Ji bo em di hilbijartina Serokkomarî de û li tevahiya Tirkiyê bigihên hedefên xwe divê em pêşî li Stenbolê bi ser bikevin."
Serokkomar Erdogan, di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê de li Stenbolê axivî.
Di axaftina xwe de Erdogan li ser giringiya Stenbolê wiha got: "Di hizûra Rebbe me û ecdadê me de, em soz didin Stenbolê û milletê xwe; Emê tu carî destûrê nedin ku destê nemehrem bigihê vî bajarê ku Fatih bi eskerên xwe û rêberên xwe yên manewî fetih kiriye."
Erdogan nirxandina xwe wiha kir:
"Emê hêviyên kesên ku ji bo vî bajarî û vî welatî binpê bikin li pey firsendê ne careke din di qirika wan de bihêlin. Em meydanan ji wan kesan re nahêlin ku dixwazin şewqa fethê ya li her mabed, gir û mala Stenbolê heye bitefînin. Em Stenbolê stûxwar nahêlin. Emê yekîtî û pevrebûna milletê xwe heta dawiyê biparêzin. Emê yekparçeyiya welatê xwe biparêzin û ji bo vê canê xwe jî bidin. Ji bo mayîndebûna dewleta me em ji tu fedakariyê narevin."