Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz li Hekariyê di Kongreya Asayî ya 5emîn a AK Partiyê de axivî.
Yilmaz got ku AK Partî li Tirkiyeyê xitabî 78 milyonan dike û di dinyayê de jî dibe xwedî marqeyekî û wiha axivî:
"AK Partî nebû partiyeke ku bi zorê tiştan gel dide qebûlkirin. Vê hikûmetê li Hekariyê di qada tenduristî û perwerdeyê de gelek xizmetên girîng kirin. Niha jî veberhênanên me yên qada perwerdeyê de qasî 200 milyon lîreyî ye. Ewil li vî herêmê zanîngeh xeyalek bû, lê niha şikir ji Xwedê re em hemû bajaran zanîngehan ava dikin. Me li Hekariyê jî zanîngeh ava kir û em veberhênanên pir girîng dikin."
Yilmaz got ku li Îdîrê, Cizîr û Bîngolê balafirgeh hatin çêkirin û wê li Hekariyê jî bê çêkirin, lê hinek dereng ma.
Wezîr Yilmaz got ku ji bo Hekariyê 146 milyon lîre pere hatiye veqetandin û wiha dewam kir: "Di sala 2003an de ji bo Hekariyê 19 milyon lîre pere hatiye dayîn. Lê di sala 2014an de ev rêje bûye 190 milyon. Yanî veberhênanên dewletê 10 qat zêde bûye. Ev nêrîna AK Partiyê ya Hekariyê û herêmî nîşan dide. Me Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê ava kir. Me ofîsa piştgiriyê ya veberhênanê vekir. Me piştgirî da projeyan. Înşallah em ê veberhênanên xwe bidomînin."
- Pêvajoya çareseriyê
Yilmaz got ku pêvajoya çareseriyê bi tenê ne meseleya azadiyê ye, ew di heman demê de meseleya refahê û pêvajoya refahê ye û wiha axivî:
"Mixabin hinekan destûr neda vê. Bi salên dirêj me derfet nedît ku em hêza xwe nîşan bidin. Ez wek Wezîrê pêşketinê û mirovekî ji vê herêmê diaxivim, pêşketin bi tenê veberhênanên kamuyê ve nabe. Bi tenê veberhênanên dewletê ve nabe. Em xwe nexapînin. Dewlet rêyan, nexweşxane, dibistan, balafirgeh û zanîngehan çêdike û ava dike. Ya ku kêmasiya wê heye veberhênanên taybet in. Sektora taybet tê li ku? Tê li cihê aramî, ewlehî hebe. Karsazên ji Hekariyê jî naçin li derve cihên din kargehan venakin? Çima li welatê xwe zêde veberhênanan nakin? Lewra rewş ne baş e. Heke pêvajoya çareseriyê bigîhîje encamê û di hişê mirovan de pirs çênebin hûnê bibînin ku Hekarî wê bêtir û bilez pêşve biçe."
Yilmaz behsa xweşikahiyên Hekariyê, nebat û sirûşta bajêr kir û got ku heke pêşketin bibe turîzma zozanan, xweşiqitandinê dikare pêşve here.
Yilmaz wiha dewam kir: "Bi ya min pêşeroja Hekariyê zelal e. Hekarî wê ji yek bajarên ku ji pêvajoya çareseriyê û rewşa aramiyê îstifade bike yek e. Kîjan bajêr herî zêde êş kişandibe ew ê ji pêvajoya çareseriyê herî zêde sudê werbigre."
Cigirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin jî got ku ew jî ewladê vê herêmê ye û wî jî heman êş kişandiye.
Aydin wiha axivî: "Mirovên me yên dîndar nikaribûn li gor baweriya xwe bijîna. Me nikaribû em bi zimanê xwe biaxivin. Welatekî wiha hebû. Aborî hatibû talankirin. Dema ku em rê ketin me got ku emê siyaseta nijadê, em ê nijadperestiyê nekin. Tirk, kurd, ereb, çerkez ferq nake. Hemû ewladên vî welatî ne. Me got ku em ê siyaseta herêmî nekin. Li rojavayê çi hebe, li rojhilatê jî heman tişt wê hebe."
Aydin got ku yên ku aştî û biratiyê dixwazin divê safên xwe bi zelal eşkere bikin.