TBMM
Komisyona ku ji parlementerên AK Partî, CHP û MHPê pêk tê civiya. Komisyonê li ser guherandina makezagonê ya derbarê girtiyan de li hev kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Parlementerê Stenbolê Mustefa Şentop, Parlementerê CHPê yê Konyayê Atîlla Kart û Parlementerê Şirnaxê Hasîp Kaplan beşdarî civînê bûn û civîn du saet dewam kir.
Şentop, piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û îfade kir ku di civînê de li ser guherandina makezagonê ya derbarê parlementerê girtî de li hev kirin û wiha got: "Dê mijarê pêşkêşî beşên partiyan ên peywirdar bikin. Li gor biryara erkdaran an dê car din bên gel hev an jî raste rast gav bê avêtin."
Şentop got ku ji bo guherandinê li hev kirine û wiha dewam kir: "Parlementerên girtî hatin berdan. Heke serbest bernedana dibû ku ji bo vê guherandin bihatana kirin. Niha fêydeya guherandina qanûnê tune ye."
Parlementerê CHPê yê Konyayê Atîlla Kart jî got ku ew ji xebatên Komisyona Lihevkirinê ya Makezagonê fêyde werdigrin. Kart da zanîn ku girtin, binçavkirin, jêpirsîna parlementeran dê li gor dengên parlementeran bê kirin û rêje jî ji sisêyan dudu dengên parlementeran e.
-Hefteyek şûn de dê cardin bên gel hev
Parlementerê Şirnaxê Hasîp Kaplan, got ku wek sê partiyan me pirsgirêkên derbarê rêzikdanîna nepirsiyarî û destnadayîniyê çareser kir.
Kaplan, îfade kir ku 14emîn madeya îstîsna ya makezagonê bi awayekî nebaş tê bikaranîn. Di encamê de bangî gelek parlementerên me kirin û bi darê zorê îfadeyên wan girtin. Kaplan, got ku madeya 14emîn ji holê hat rakirin.
Kaplan desnîşan kir ku hefteya bê roja duşem an jî sêşemê dibe ku dîsa bên gel hev.