Nihat Kavşut
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
ANKARA
Muharrem Înceyê namzedê serokomariyê yê CHPyê: "Bila tu kes ji partiyê îstifa neke. Bila her kes li ciyê xwe bimîne. Heger ez qala kongreyê bikim hûn ê wê çaxê biaxivin, lê hûn ê tiştekî wiha nebihîzin."
Înce bi Altan Oymenê Serokê Giştî yê CHPyê yê berê û Murat Karayalçinê Serokê Giştî yê SHPyê yê berê ra li ofîsa Karayalçin ya Çankayayê hat bal hev.
Piştî hevdîtinê Înce û Karayalçin daxuyanî dan rojnamevanan.
Muharrem Înce bang li endamên partiyê kir û wiha got: "Bila tu kes ji partiyê îstifa neke. Bila her kes li ciyê xwe bimîne. Heger ez qala kongreyê bikim hûn ê wê çaxê biaxivin, lê hûn ê tiştekî wiha nebihîzin."