Hevdîtin li avahiya Barzanî ya ku li navçeya Seladdînê ye, hat kirin. Di malpera fermî ya Wezaretiya HKIê de daxuyanî hat dayin, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Onder û Zanayê nameya ku Abdullah Ocalan ji Barzanî re şandibû teslîmî Barzanî kir.
-Ocalan xwast ku Barzanî piştgiriyê bidê
Di daxuyaniyê de der barê naveroka nameyê de wiha hat gotin: "Di nameyê de Ocalan silav û hurmetên xwe pêşkêşî Barzanî dike û îfade dike ku ew piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê. Ji bo pêvajo bi avayekî baş biçe serî û bi ser bikeve ew dixwazin ku Barzanî jî piştgiriyê bide. Herwiha dibêje ji bo ku pêvajo biçe serî divê aliyên kurd jî bibin yek û bi hev re tevbigerin."