Demirtaş diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hindik maye têk biçe û wiha axivî: "Sebra kesî nema. We pêşberî raya giştî soz dabûn û gotibû ku: 'Em ê aştiyê bînin û şer biqedînin; em ê demokrasiyê saz bikin; em girêdayî danezana 21ê adarê ne.' Ev saleke ku PKK dersînor bûye û li wir sekiniye. Dê heta hetaniyê li wir bin qey? Dê ji çiyê danekevin? Ka zagona vî karî? Muzakere berdewam in. Em 16 caran çûn Îmraliyê. Ka zagona vê? Xema AKPê ewlehiya gel nîne. Derdê wan ew e ku ew ji 30ê adarê derbas bibin. Ji bo ewlehiya xwe cihê bi hezaran polêsan diguherînin."
Demirtaş destnîşan kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê xerab nebe ew bi dil û can dixebitin û wiha pê de çû: "Hin kes li benda 'xerabûna pêvajoyê' ne, hin kes jî dibêjin ji pêvajoyê 'tu encamek dernakeve'. Yên ku wiha dibêjin bila kerem bikin herin di eniyan de şer bikin û li pêşiya cepheyê bisekinin. Bila hin ji we herin safên PKKê û hin ji we jî herin safên artêşê xwe amadehiya şer bikin. Heke hûn şer naxwazin û dixwazin çareserî çêbibe hûn cerdê nadin ser me hûnê bidin ser hikûmetê."
Demirtaş li ser dîmenên Abdullah Ocalan yên jêpirsînê jî sekinî û wiha got: "Ey kesên ku dîmenên 1999an derdixe holê, ev gel dizane ku kê çi mal e. Heke hûn bi rastî jî rêzê ji gelê kurd re digrin, daxwazên gelê kurd kifş in, hûn xwe bidin ber van daxwazan. Vîdeoyê we yên çêker ne serê gel tevlihev dike ne jî li ser pêvajoyê bandor dike. Hûn bixwe bixwe temaşe bikin. Li wê derê çi hatine gotin, di parastinan de çi hatine nivîsandin em baş dizanin. Her yekî we ku 15 saetan bixin wê derê, hûn ê hemû nirxên xwe bifroşin. Êdî der barê pêvajoya çareseriyê de dema gavavêtinên cidî hat. Em di halêkî wisa de ne ku, em dibêjin gelo pêvajoyeke çareseriyê heye an tuneye. Li gor hikûmetê pêvajoya çareseriyê li holê tuneye. Hemû hewildanên wan li ser kontrolkirin û bidestxistina dewletê û ewlehiya wan e."