22 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
VAN
Derbarê parlementera HDPê ya Wanê Tugba Hezer da, ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" du lêpirsînê cuda hatin vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji ber ku Hezerê li Wanê konê taziyeya wî terorîstê ku tê îdiakirin êrîşa Enqereyê li dar xistiye, ziyaret kiriye û ji ber ku piştî meşa 15ê sibatê ku bi hinceta salvegera anîna Tirkiyeyê ya serokê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan, axaftinek kiribû, derbarê wê da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" du lêpirsînê cuda da destpêkirin.
Heger serdozgerî biryar bide ku ew sûcên ku bi Hezerê ve hatin îsnadkirin dicih de ne, wê li gorî maddeya 83yemîna Destûrê, daxwaza "rakirina destnedayîna yasayî" bike.
Fezlekeya ku biryare bê amadekirin, bi mebesta ku ji serokatiya TBMMyê ra were pêşkeşkirin, wê ji Wezareta Edaletê ra bê şandin.