Önder Beyter
25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî: "Îsraîlê mafên mirovan binpê kiriye û di vê mijarê da sivîla wê pir dagirtî ye. Zext û zordestiyê li ser huriyeta dîn û wijdanê dike. Rêbaza Îsraîlê ji terorê cudatir nîne."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî di komcivîna partiya xwe da axivî û got: "Îsraîl bila destê xwe ji Herêma Şerîf bikêşe. Bila hurmetê nişanê muqedeseta me bide û êdî bila dev ji midaxelekirina jiyana birayên me yên Filîstinî berde."
Ji axaftina Bahçelî sernavên derketin pêş ev in:
"Mescîda Haram, Mescîda Nebewî, Mescîda Eqsayê sê nirxên mezin ên baweriya me ne. Her yekê wan bêhempa ne xizneyên me yên menewî ne. Êrîşeke ser her yeka wan dibê wek êrîşa li ser hamû misilmanan bê hesibandin. Ya rastî alema misilmanan di rojeveke bêkêr da ye û ketiye pey hedefên rojane.
Gelê tirk ê misilman dibîne bê ka çi lîstik tên leyîstin. Zihniyeta siyonîzmê ku li Qudsê ji bo qelandina dînî û nijadî, her cure rêbaza rizî û tarî diceribîne, wê miheqeq bê mehcûb û mexlûbkirin. Doza birayên me yên filistînî, doza me ye.
Êrîşên ku li Tirkiyeyê li dijî sînagogan tên kirin me dikin zorê û ev hereketên tên kirin li dijî azadiya ol û wîcdan jî derbeyek e. Em van tiştan rast nabînin. Bûyerên ku zirarê didin welatiyên me yên cihû wê zirarê bidin me û bila bê zanîn ku ev hereketeke kirêt e."