ANKARA
Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Enqereyê îtiraza CHPyê ya ji bo encamên hilbijartina serokatiya şaredariya bajarê mezin red kir.
Serokatiya Bajêr a CHPyê ya Enqereyê duh ji bo ji nû ve jimartina rayên ku hatine betalkirin û ji nû ve jimartina rayan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Enqereyê dabû.
Serokê Bajêr ê CHPyê yê Enqereyê Zekî Alçin diyar kir ku Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Enqereyê îtirazê red kir.
Hat diyarkirin ku ji bo mebesta redkirinê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Enqereyê hê tu hincetek diyar nekiriye û dibe ku CHP sibê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bixe.