23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da balafirên Fermandariya Hêzên Asmanî, li herêmên Bab û Şabwiranê yên di destê DEAŞa rêxistina terorê da 9 êrîş li dar xistin. Di encamê da 2 baregeh, 4 mewzî û cebilxaneyeke rêxistina terorê hatin îmhakirin.
Li gorî agahiya ku ji TSKê hat sitendin, Operasyona Mertalê Feratê ya ku bi mebesta berterefkirina rêxistinên terorê bi taybet DEAŞê, bi hêzkirina asayişa sînor û piştevaniya hêzên hevpeymaniyê 24ê tebaxê dest pê kiribû kete 92yemîn roja xwe da.
Di çarçoveya operasyonê da ji aliyê komên hêzên taybet yên ku ji mixalifên sûrî pêk tên, li herêma Qeredaxê bi mebesta ku ji bakur û rojava va Bab bê dorpêçkirin ji beja û asmanan va piştevanî didome.
Di şerûpevçûnên naverojê da 4 mixalif hatin kuştin, 21 mixalif birîndar bûn. Herwiha 2 leşker jî bi sivikî birîndar bûn.
Hêzên mixalif ji destpêka operasyonê vir va li 215 taxan kontrolê bi dest xistine û 99 hedefên DEAŞê hatin gulebarakirin û gelek sitargeh, wargeh, kozikên parastinê, çek û wesaît hatin îmhekirin.
Wek mayîn balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Esmanî li El Bab û Şabwêrana di destê DEAŞa rêxistina terorê da li dijî 9 hedefan operasyona esmanî kirin. Di operasyonê da 2 baregeh, 4 kozikên parastinê û cebilxaneyek hat îmhekirin.
Li ciyên ku ji DEAŞê hatin sitendin tîmên tesbitkirin û îmhekirina teqemeniyan 15 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin (EYP) îmhe kirin. Ji destpêka operasyonê vir va 40 mayîn û hezar û 707 teqemenî hatin îmhekirin.