28 Tebax 2016•Rojanekirin: 28 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan saet 14.44ê hat Gazîentabê.
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Parêzgar Alî Yerlîkaya, Şaredara Bajarê Mezina Gazîentabê Fatma Şahînê li balafirgehê pêşewaziya Serokomar Erdogan kirin.
Li bendê ne ku Erdogan li ciyê êrîşa terorê ya li Gazîentabê hin lêkolînan bike, hin dem û dezgehan ziyaret bike û beşdarî "Mitînga Yekîtî û Biratiyê" ya li 15ê Tîrmehê Qada Demokrasiyê be.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Şaredariya Mezin a Gazîentabê ziyaret kir.
Dema ku Serokomar Erdogan piştî ziyareta walîtiyê hat şaredariyê Seroka Şaredariya Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn û komek zarok pêşwaziya wî kir.
Erdogan kulîlkên ku zarokan pêşkêşî wî kir sitand û pişt re bi zarokan re ji bo bîranînê wêne kişand.
Ziyaret ji çapemeniyê re girtî hat kirin û bi qasî 45 deqîqeyan berdewam kir. Di ziyaretê de Emîne Erdogana xanima Serokomar Erdogan, keça wî Sumeyye Erdogan Bayraktar, Arîkarên Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Veysî Kaynak, Wezîrê Karên Navxwe Efkan Ala, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan û hin parlementer jî amade bûn.