Abdullah Tel
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag ji ber mirina Zerdeşt Mîrogluyê (25) kurê Parlementerê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Mîroglu, malbat ziyaret kir û sersaxî da wan.
Bozdag ji bo sersaxiyê çû Nexweşxaneya Enqere Lîv Hospîtalê. Li wir ji bo kesên tên şînê cih hatibû amadekirin û Bozdag li wê derê sersaxî da Orhan Mîroglu, xanima wî Canan û qîza wî Hîva Mîrogluyê.
Alîkarê Serokwezîr wextê ji cihê şînê veqetî jî daxuyanî da rojnamegeran û got: "Serê me hemû yan sax be. Îro kurê Orhan Mîrogluyê Parlementerê me yê Mêrdînê li nexweşxaneya radiza wefat kir. Cihê wî cinet be. Serê birêz parlementerê me û malbata wî sax be û Xwedê sebrê bide wan."
Ji hêla din va Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî Julîde Sarieroglu û gelek rêvebirên AK Partiyê sersaxî dan Mîroglu.