28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
ANKARA
Di operasyonên li dijî terorê yên ku li seranserê welêt di navbera 21-28ê Tebaxê hatin lidarxistin da, 34 terorîst hatin berterefkirin.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û destnîşan kir hêzên ewlehiyê di hefteyeka dawîn da di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên cudaxwaz da bi tevahî 94 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da ji ber alîkarî û piştgiriya rêxistina terorî 127, ji ber têkîliya bi DEAŞa rêxistina terorî ra 44, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 400 û di têkoşîna dijî rêxistinên çepgir da jî 14 gumanbar hatin binçavkirin.
Di operasyonan da 22 jê kuştî, 10 bi teslîmî û 2 jî sax bi tevahî 34 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên li Bîngol, Hekarî û Diyarbekirê meşiyan da 9 stargehên mensûbên rêxistina terorî, baregeh û şikeft û 27 teqemeniyên veşartî û mayin hatin îmhakirin.
Hêzên ewlehiyê 351 kîlo maddeya pê teqemenî tê çêkirin, 32 bombe, 24 jê çekên lûledirêj bi tevahî 28 çek, 3 hezar û 415 heb jî cebilxaneya muxtelif qefaltin.
Li hemberî firoşkarên hişbirê û qaçaxçiyan jî li 72 bajaran hezar û 639 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da 2 ton û 77 kîlogram esrar, 70 kîlogram eroîn, 4 kîlogram metamfetamîn, 3 kîlo bonzaî, 44 hezar û 76 hebên hişbirê, 113 hezar û 297 nebata kirkirkê, 768 hezar û 792 pakêt çixareya qaçax û 62 ton û 607 lître sotemenî hatin qefaltin, 2 hezar û 258 kes jî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya têkoşîna koçberiya bêpergal da jî bi tevahî 3 hezar û 512 kes hatin qefaltin û 108 kesên ji bo van kesan organîzatorî dikirin jî hatin binçavkirin.