21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 21 Nîsan 2018
ANKARA (AA) - Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê di navbera 14-20ê nîsanê da di operasyonên li Tûncelî, Diyarbekir, Şirnex û bakurê Iraqê hatin kirin da 37 terorîst berteref kirin, di nav wan 2 kesên qaşo serok in jî hene.
Li gor gahiyên heftane yên Sererkaniyê, di navbera 14-20ê nîsanê da di operasyonên li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê yên li Tûncelî, Diyarbekir, Şirnex û bakurê Iraqê hatin kirin da li nav welêt 22, li dervayê welêt 11 bi tevahî 37 terorîst hatin berterefkirin û di nav wan 2 kesên qaşo serok in jî hene.
Di operasyonan da 33 tivingên piyadeyan, Druganovên tivingên nîşagiran, Zaxroseke tivinga nîşangiran, tivingeke bimakîne, 3 rokêtavêj, 4 debançe, bi tevahî 44 sîlah hatin girtin, 41 teqemenî hatin îmhakirin.
33 kozikên sîlahan, sitargeh, sipartgeh, şikeft û depoyên terorîstan hatin xirabkirin.
Di operasyonan da 5 leşker şehîd ketin, 9 leşker birîndar bûn.
- 4254 terorîst hatin berterefkirin
Hejmara terorîstên ku Artêşa Tirkiyeyê ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir da berteref kirin gihîşte 4254an.
Di pevçûnan da hetanî nika 53 leşker şehîd ketin û 232 leşker jî birîndar bûn.
Di operasyonê da 117 mayîn û 855 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.