22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
KERKÛK
Li Kerkûkê hêzên ewlehiyê kontrola Otêla Cîhadê ku 2 rojan di destê DEAŞa rêxistina terorê da ma, bi temamî bi dest xist.
Piştî ku otêla li texma keleha dîrokî ya Kerkûkê hat sitendin, ekîba AAyê hundirê otêlê kişand.
Di otêlê da rêçên pevçûnê tên dîtin û di hemû dîwaran da ciyê guleyan heye.
Di otêla ku agir pê ket û nayê emilandin da dikanên di binê otêlê da jî zirareke mezin dîtine.
Milîtanên rêxistinê yên birîndar di hin odeyan da serom emilandine û xwe derman kirine.
Li otêla Mecidiyeyê jî ku nîşanger û çalakvanên xwekujiyê ketinê pevçûn dewam dike.
Li ciyê di destê DEAŞê da nîşangeran xwe dane ser otêl û avahiyên kamuyê û guleya berdidin hêzên ewlehiyê û polêsan.