İbrahim Atmaca
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 06 Hezîran 2018
BALIKESÎR
Li Edremîta navçeya Balikesîrê kelbê şivaniyê ku jê ra malakliyê Aksarayê tê gotin, di çewlikên du miteşebisan da tên xwedîkirin û ji 32 welatan kiryarên vî kelbî derketin.
Ev kelb wek "Şêrê Anadoluyê" tê zanîn û cisnekî gir û jêhatî ye û xwedî însiyaqa parastinê ne. Ji çar aliyê dinyayê eleqeyê nîşanî vî kelbî didin. Miteşebisan 8 sal berê biryar da ku karê xwedîkirina malakliyê Aksarayê bikin. Miteşebis Bîrol Başyîgît û Kaan Bîlgîç li navçeya Edremîtê li ser 10 donim eraziyî bi 2 milyon lireyî çewlikek ava kir.
Di çewlika kûçikan a modern da 40 kelb hatin girtin. Ji bo tenduristiya wan 2 beytar û kesekî ku xwedî bike di çewlikê dixebitin. Başyîgît û Bîlgîç vî cisnî kûçikan ji derveyî welêt ra jî dişîne.
Bîrol Başyîgîtê şirîkê çewlikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî bi hevalê xwe yê Kaan Bîlgîç ra 8 sal berê ev çewlik ava kir û welatên Amerîka, Çîn, Îngiltere, Norveç, Yunanistan, Almanya, Endonezya, Kamerun, Îtalya, Koreya Başûr, Çekya, Kuweyt, Qeter, Perû jî di nav da wan ji 32 welatan ra malakliyê Aksarayê şandin.
Başyîgît diyar kir ku wek kelbê şivaniyê yê Alman û Belçîkayê êdî malakliyê Aksarayê jî li dinyayê tê tercîhkirin û wiha dewam kir:
"Navdarên NBAyê, şampiyonên kîck boksê, burokrat, siyasî eleqeyeke mezin nîşanî van kûçikan didin. Vê gavê li 32 welatan kûçikên me hene. Ji ber ku ma navê Tirk li 32 welatên dinyayê da bihîstin, em serbilind in. Lewra têkiliya wan bi zarokan ra baş e. Zirarê nadin heywanên çewlikê yên wek mih, werdek û mirîşkan. Bi şev miqatî malan dibin. Ji bo biyaniyan timî hişyar in."